Cîhan
Medya Tirkiyê: Serkirdeyeke PKKê hat kustin
PeyamaKurd - Ajansa fermî ya nûçeyan a Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê (AA) ragihand, serkirdeyeke mezin a PKKê di êrîşeke hêzên wî welatî de jiyana xwe ji dest daye.
Li gor zanyariyênAAyê Endama Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Hacer Goyî (Nazife Bilen) di operasyoneke hevbeş a MIT û hêzên artêşa Tirkiyê (TSK) de hatiye kuştin.
Tê gotin ku Hacer Goyî yek damezirinera tevgera jinan a PKKê bû û yek ji serkirdeyên çalak ên KCKê bû.
Ji aliyê din ve PKKê heya niha deerbarê vê îdiayê de tu daxuyaniyek an helwestek nîşan nedaye.