Cîhan
Medyaya fermî ya Sûriyê: Îsraîlê bi mosekan êrîsî bajarokê Himêdiyê kir
PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Sûriyê diyar kir, Îsraîlê îro bi moşekan êrîşî bajarokê Himêdiyê ya li başûrê bajarê Tertûs a Sûriyê kiriye
Li gor hat ragihandin, îro Şemiyê 2ê Tîrmeha 2022an di saet 06:30an de Artêşa Israîlê bi moşekan li ser Deryaya Navîn re, êrîşî bajarokê Himêdiyê ya li başûrê bajarê Tertûs a Sûriyê kiriye.
Herwiha hat eşkerekirin, di encama moşekbaranê de, 2 kesên sivîl birîndar bûne, yek ji wan jin e û ziyanên madî jî çêbûne.