TR KU SO
FB X
Cîhan

Meral Aksener: Kiliçdaroglu, ji hêrsan rabû ser piyan

Ruken güler
Nivîskar
📅 06 adar 2023 03:00

PeyamaKurd- Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, di derbarê civîna 2yê Adarê ya ku alozî derketibû de axivî û da zanîn ku Serokê Giştî yê CHPê, ji ber pêşniyaza wê gelek aciz bûye û ji hêrsan rabûye ser piyan.

Meral Akşener, di dewama axaftina xwe de got ku “Heta wê rojê, navê Kemal Beg an jî kesekî din wekî namzetê serokomariyê qet nehatibû bilêvkirin. Em wê rojê li ser maseyê rûniştin.

Min bala xwe dayê ku ji bilî min her kes di derbarê namzediya Birêz Kiliçdaroglû de guftûgo kiriye û li ser hatiye lihevkirin. Heta dora gotinê hat ser min, her kesî namzetiya Kemal Beg anî zimên. Dema dora gotinê hat ser min, min got ku di rapirsiyên me de  Yavaş û Îmamoglu derdikevin.

Min got, lê heger hûn bixwazin, werin em rapirsiyeke raya giştî bikin û li gorî wê tevbigerin. Birêz Kiliçdaroglu ev pêşniyaz qebûl nekir û hêrs bû û rabû ser piyan. Wî xwest ku îro bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar namzetiya wî bê ragihandin. Min got bêyî ku ji partiya xwe bipirsim, ez nikarim biryareke wiha bidim.

Dema ku got, hûn destnîşan nekin, wisa be em ê destnîşan bikin û em ê ragihînin, ez ji ser maseyê rabûm. Wî got, hûn dizanin. Alî Bey ji bo ku rageşiyê kêm bike, ket navberê. Ne li ser navê diyarkirina namzediyê, metnek li ser lihevkirina namzetiyê hat destnîşankirin.”

Parve bike: