Cîhan
Meral Aksener: Yek namzed wê bastir be
PeyamaKurd – Seroka partiya İYİ Meral Akşener li ser pirsa namzedê Îtîfaqa Millet bersivê da û got; yek namzed dê baştir be. Akşener got; wê Erdoğan bi sindoqê here û pêşniyar kir ku bi yek namzedekî bikevin hilbijartinê dê baştir be. Akşener bo Halk TV yê weha got:
“Di hilbijartina bê de, wê wext nîşan bide dê çawa bikevin hilbijartinê. Birêz Kılıçdaroğlu modeleka başe. We berê jî ji min pirsî bê ez namzedim an na. Ez li ser tecruba xwe ya 24 ê hezîranê dibêjim, ez nabim asteng da welat nefeseka baş bistîne. Lê ji ber wê tecruba min heye, pêşniyarên min jî hene. Me li ser vê mijarê ti axaftinekî nekiriye. Pêşniyara min ev e; ez bawer dikim bi yek namzedekî tevlî hilbijartinê bibin baştir e.”