Cîhan
Merkel: Em pistgiriyê didine operasyona li dijî Sûriyê!
PeyamaKurd- Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di derbarê operasyona Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de Merkel wiha got:
“Divê qanûnên navnetewî yên li dijî çekên kîmyewî, her dem aktîf bin. Ji ber ku em bandora van qanûnan biparêzin, divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî operasyonên wiha werin kirin. Operasyona li dijî Rejîma Sûriyê jî di cihê xwe de ye û di heddê xwe de ye jî.
Angela Merkel wiha berdewam kir: Divê ev êrîşên hewayî; hêzên Sûriyê yên ku çekên kîmyewî bi kar tînin, qels bikin da ku nikaribin careke dî “Peymana Çekên Kîmyewî” îhlal bikin. Ji ber vê yekê em destekê didine Amerîka, Brîtanya û Fransayê ku berpirsiyariya xwe ya endamtiya daîmî ya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî tînin cih.