Cîhan
Merkel: “Ez tekez car din nabim namzed”
PeyamaKurd- Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel tevlî bernameya televizyona Almanyayê ya bi navê ZDF ê bû û dema jê pirsin bê wê car din Merkel bibe namzed an na? Merkel got:
“Ez tekez nabim namzed.”
Hinek siyasetvanên Almanya yên weka wezîrê karên hundir Horst Seehofer ku digotin wê Merkel car din bibe namzed, Merkel vê bersivê da televîzyona Almanya. Di van mehên Kovid-19 de, Merkel Almanyayê xweş birêvebir û di derbarê wê de gilî û gazin gelek kêmin.