Merkel û Macron li Putin bûn yek: “Divê ser biqede”
PeyamaKurd- Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokê Fransayê Emanuel Macron bi rêya telefonê li ser agirbesa Idlibê bi serokê Rûsyayê bi Valdimir Putin re axifîn û bo Putin gotin ku divê şerê li Idlibê yekser raweste.
Merkel û Macron gotin ku ew amade ne bi Putin û Erdoğan re bo çareseriya siyasî hevdîtin bikin. Her dû lîder ragihandin ku ew amade ne da nermahiyê bixin herêma rojavayê bakûrê Sûriyê.
Kremlînê mijara telefona Merkel û Macron piştrast kir û got grûbên redîkal êrîş birine ser hêzên rejîmê û rejîm weka refleks bersivê daye û di van şertan de, li ser çareseriya krîzê rawestiyane. Kremlîn di beyanê de weha got:
“Vldimir Putin dixwaze hukumraniya Sûriyê û yekîtiya axa Sûriye bê parastin. Tehdîda terorê ji holê rabe. Bo tehdîd rabe jî divê tedbîrên tund bên sitendin. Merkel û Macron gotin ku bo nermkirina arîşeyên herêmê ew amade ne da alîkariyê bikin.”