Cîhan
Merz: Heta rejîma Îranê bi dawî nebe, şer ranaweste
PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn de daxuyaniyên tund dan û destnîşan kir ku mifteya bidawîkirina şer di destê rejîma Îranê de ye.
Merz diyar kir ku heta Îran gefên xwe yên li ser welatên cîran û herêmê bidawî neyîne, dê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî vê rejîmê berdewam bikin.
‘Îran navenda terorîzmê ye’
Serokwezîrê Alman bal kişand ser rola Îranê ya di terorîzma navneteweyî de û got: "Rejîma li Îranê çiqas zû bi dawî bibe, ev şer jî dê ewqas zû bi dawî bibe. Îran navenda terorîzma navneteweyî ye û divê ev navend were girtin."