TR KU SO
FB X
Cîhan

Merz û Şera civiyan: Almanya piştgiriyê dide lihevkirina Kurdan

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2026 16:30

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, piştî hevdîtinên li Qesra Bellevue bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera re civînek çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Merz bal kişand ser girîngiya aramiyê li herêmê û diyar kir ku ew piştgiriyê didin lihevkirina di navbera hikumeta Sûriyeyê û Kurdan de.

Merz destnîşan kir ku yekkirina hêzên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de û parastina mafên kêmneteweyên olî gavên girîng in ji bo serweriya qanûnê û spasiya El-Şera kir ji bo hewildanên wî yên di warê yekxistina asayîşê û sînordarkirina çekan di destê komên derveyî dewletê de.

Hevkariya aborî û geşedanên herêmî

Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera jî ragihand ku hevdîtinên wan ên bi kompanyayên Almanyayê re gelekî berhemdar derbas bûne û hinek ji van kompanyayan dest bi xebatên xwe yên li Sûriyeyê kirine.

El-Şera anî ziman ku veberhênana Almanyayê dê bibe sedema kêmkirina bêkariyê û geşkirina hilberîna navxweyî. Şera bal kişand ser metirsiya aloziyên leşkerî yên li herêmê ku bandoreke xerab li ser bihayê enerjiyê yê cîhanî dikin û êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê jî şermezar kir.

Parve bike: