Cîhan
Meshedanî: Li parlamentoyê li ser salnameya budçeyê cudahiya nêrînan heye
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî ragihand ku divê li Iraqê lijneyeke federal hebe û divê parlamento jî yasayan bide.
Derengê şeva Duşemî 13ê Çileya 2025ê Mehmûd Meşhedanî di hevpeyvînekê de ligel ajansa INAyê ragihand: “Li Parlamentoya Iraqê derbarê salnameya budçeyê de cudahî heye. Lê di vê demê de pêwîstiya Iraqê bi encumeneke federal heye ku parlamento wê qanûnê bide. Hinek yasa hene ku divê bikevin dengdanê, di nav wan de yasaya lêborîna giştî, ji ber ku wê bibe alîkar ji bo aramiya navxweyî ya Iraqê."
Meşhedanî amaje bi wê yekê kir ku giring e Iraq bi rejîma nû ya Sûriyê re tenê bi rêya hikûmet û saziyan pêwendiyan deyne.