TR KU SO
FB X
Cîhan

Meslemawî: “Tekane namzedê me Sûdanî ye”

Admin M
Nivîskar
📅 18 nîsan 2026 20:08

PeyamaKurd – Berdevkê partiya serokwezîrê niha yê Iraqê ya Muhammed Şiya es-Sudanî Firas Meslemawi ji bo Rûdawê ragihandiye ku di encama çarçova Koordînasyonê de raveyan kirine û di encamê de Nûrî el Malikî ji namzediyê vekişiyaye û namzedê wan yê tekane serokwezîrê niha Muhammed Şiya el-Sudani ye.

Meslemawi, ragihand ku ji bo serokwezîr destnîşan bikin dê îro civîn bihata kirin lê civînê hiştine roja Duşemê. Sedem jî ji ber di navbera terefan de bi temamî li hev kirin nebûye nîşan da. Berdevk got:

“Munaqeşe û hevdîtinên dualî dewam dikin. Lê em ê li pey wextên destûrî herin (piştî hilbijartina serokkomar 15 roj) û wan wextan derbas nekin.

Di civînê de Maliki ji namzediyê vekişiya û di şûna xwe de destekê da Basim Bedri. Berdevk, sedema vekişîna Maliki jî weha ragihand:

“Her çiqas di biryara serokwezîr de divê tenê Iraqî be jî divê namzed ji aliyê pêkhateyên hundir (Kurd û Sunnî) û civka navdewletî de divê bê qebûl kirin. Hem hinek pekhateyên Çarçova Koordînasyonê û hem blokên Sunnî di mijarê de du dil bûn. Dijberiyên herêmî û navdewletî jî bi ser de hatin û rewşa Malikî kete zorê.”

Meslemawi, behsa rewşa Rojhilata Navîn, rewşa herêmê kiriye ku ew bilez tevbigerin û weha dewam kir:

“Herêm di talûkeyekî mezin de ye. Krîza aboriyê, arîşeya avê û tehdîda ewlehî li ber deriye. Ev rewş dike ku herkes dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî û siyasî berde û tenê bêje , ‘berya her tiştî Iraq tê’ û mecbûre destekê bide avakirina hukumetê.”

Parve bike: