TR KU SO
FB X
Cîhan

Messi, ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 13 sibat 2023 02:30

PeyamaKurd- Lîstikvanê futbolê yê Arjantînî Lionel Messi, piştî erdheja ku li Mereşê çêbû û bandora xwe li gelek deverên bakur, rojava û Suriyeyê jî kir, banga alîkariya ji bo mexdûran kir.

Lionel Messi, ji bo kampanyaya alîkariyê ya ku ji aliyê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve piştî erdhejên Mereşên ku wekî "karesateke sedsalê" tê binavkirin, hatibû vekirin, banga piştgiriyê kir.

Messi, linka rûpela têkildar a li ser malpera UNICEFê ya li ser medyaya civakî parve kir û got,

"Ji bo bi hezaran zarok û malbatên wan ên ku di erdhejên wêrankir ên li Tirkiye û Suriyeyê de mexdûr bûne, rojeke pir xemgîn e. Dilê min, bi wan re ye. UNICEF, jJi bo parastina zarokan ji destpêkê ve li herêmê dixebite. Alîkariya we, gelek bi nirx e."

Parve bike: