TR KU SO
FB X
Cîhan

Mesûd Pizîşkiyan spasiya Pakistanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2026 19:30

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, bi helkefta pîrozbahiya Cejna Qurbanê bi rêya telefonê ligel serokwezîrên Malezya û Pakistanê axivî û li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê hûrgiliyên van peywendiyan parve kirin.

Pizîşkiyan di peyama xwe de ragihand ku wî di van serkeftinan de careke din pabendbûna tam a Îranê ya ji bo rêyên dîplomatîk anî ziman.

Serokomarê Îranê bi taybetî spasiya helwestên mirovî yên dewleta Malezyayê û herwiha destpêşxerî û hewldanên bibandor û berdewam ên Pakistanê kir ku ji bo nêzîkkirina dîtinan û gihîştina peymaneke siyasî ya di navbera Îran û Amerîkayê de dide.

Pizişkiyan tekez kir ku siyaseta bingehîn a Tehranê li ser pêşxistina hevkariyên stratejîk ligel welatên Misilman û cîran ava bûye.

Pêvajoya agirbestê û peymana 60 rojî ya li benda biryara Trump

Ev tevgera dîplomatîk piştî şerekî giran rû dide ku di 28ê Sibata îsal de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kiribû û piştî 40 rojan, di 8ê Nîsanê de bi agirbestekê hatibû sekinandin. Piştî rûniştina bêencam a 11ê Nîsanê ya li Îslamabadê, Pakistanê hewildanên xwe yên navbeynkariyê zêde kirin daku her du welat ji bo bidawîanîna yekcarî ya şer bigihîjin lihevkirinê

Herî dawî hate ragihandin ku şandên danûstandinkar ên Amerîka û Îranê li ser çarçoveya peymaneke 60 rojî ya ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina danûstandinên nukleerî li hev kirine. Lê belê ev lihevtêgihiştin hîn li benda erêkirina dawî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.

Parve bike: