Meteorolojî: Wê germ heya 42 dereceyan bilind bibe
PeyamaKurd – Li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bandora germê dewam dike lê bendene ku li Bakûrê Bakûrê Kurdistanê pileya germê derê ser 40 dereceyî. Lê li hinek bajarên Egeyê û herêma Derya Sipî, dê bi hewa germ re, dem bi dem baran bibare.
Li gor texmînên daîra kêş û hewayê (metorolojiyê) ya Tirkiyê, wê li Bakûrê Kurdistanê dereca germê ji 2 heya 4 dereceyan zêde bibe.
Texmînî li Rihayê 42 derece, li Amedê 41 derece, li Dîlokê wê germ bigihê 40 dereceyan.
Li Rojavayê Tirkiyê li bajarên Denizli û Manisa germ 39, li Eskişehirê 37, li Ankara û İzmirê 35 derece be. Li bajarê İstenbolê wê germ bigihê 31 dereceyan ku ji bo îstenbolê gelek zedeye ji ber hewa wê bi ritûbet e.
Hatina bayê wê sivik be ji ber bandorê li belavbûna şewatê dike, ev jî bi berlêgirtina şewatê baş e.