MHP: Deriyê me, ji Meral Aksener re girtî ye!
PeyamaKurd- Piştî derketina Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener a ji Maseya 6 qorî, nîqaş û nirxandinên siyasî di rojeve sereke ya siyaseta Tirkiyeyê de ne. Ji aliyê rêvebirên MHPê ve jî nirxandinek hat kirin û hat diyarkirin ku deriyê wan, ji Akşener re girtî ye.
Di nav MHPê de nirxandinên “Me dizanibû ku Akşener dê maseyê biterikîne.” tên kirin. Rêveberên MHPê, daxuyaniyên Destici wekî nêrîna wî ya şexsî, bêyî tifaqê bi nav kir û ev nirxandin hatin ragihandin:
“Akşener em şaş nekirin. Di nav DYPê de dest bi siyaseta xwe kir, îstifa kir û di avakirina AK Partiyê de cih girt. Piştî demeke kin, bi îdiaya 'Xeta netewî berdewam dike' îstifa kir û tevlî MHPê bû. Dixwest bibe seroka MHPê. Di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de wekî hincetekê hewil da MHPê parçe bike. Li qadê kongreyek li dar xist. Di nav birayên me yên neteweperest ên MHPê de nelihevkirinek derxist. Niha jî heman helwestê li ser sifreya CHP û maseya 6 qorî nîşan dide.
Çima dê MHP navekî ku xeta wê ya siyasî bi xetên xwaro maro tijî ye qebûl bike? Beriya her tiştî Akşener ji aliyê siyasî ve westiyaye. Her wiha dengdêrên xwe xapandin û baweriya wan şikand. Em dibêjin kî carekê difiroşe, dê her tim bifiroşe. Tu karê me bi partiya şikestî ya siyasî û seroka wê re tuneye.”
Lê belê tê gotin ku "Deriyê MHPê ji bo netewperestên ku partiya xwe terikandine û ketine nav ÎYÎ Partiyê û pişt re poşman bûne vekiriye.”
Rêveberên MHPê bi berdewamî gotin, “Pêdivî tuneye ku Akşener beşdarî tifaqê bibe. Neteweperestên dilsoz ku gava dawî ya Akşener dîtin, berê xwe didin partiya me.”