'MHP roja dusemê tifaqa ligel AKPê hildiwesîne' Tifaqa nû çi ye?
PeyamaKurd – Hat ragihandin, dê MHP roja duşemê li ser berdewama tifaqa ligel AKPê ku di çend hilbijartinên dawî de bihevre tevdigerin biryarê bide.
Li gorî nûçeya medya tirk ku dispêre rayedarekî pilebilindê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) biryar hatiye dayîn ku dawî li Tifaqa Cumhur a ligel AKPê bê anîn.
Di nûçeyê de hat gotin ku rayedarê MHPê diyar kiriye, dê roja duşemê bi daxuyaniyekê MHP dawî li Tifaqa Cumhur a ligel AKPê werîne û êdî bi serê xwe bêyî tifaqê bikeve hilbijartinan.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî nerazîbûn li gotinên Erdogan ên piştî hilbijartinên herêmî yên wekî, ‘hembêzkirina aliyên din û sarkirina hesinê sor’ nîşan dabû.
Bahçelî herwiha di civîna Kizilcahamam a rêveberiya partiya xwe de jî gotibû, rêjeya dengên wan 18,81%î ye û dê MHP di rêya xwe de bimeşe.
DU BIJARDE LI PÊŞIYA AKPÊ HENE..
Heger MHP roja duşemê hilweşînê ragihîne, piştî hilweşîna tifaqa MHP û AK Partiyê li gorî nirxandinan dê AKP li alternatîveke din bo tifaqê bigere.
AKP bi taybet piştî têkçûna li bajarên mezin a hilbijartinên herêmî ji bo berdewama deshilatiya xwe neçare tifaqeke nû pêk bîne. Li gor nirxandinên siyaseta Tirkiyê bijardeya tifaqa ligel CHPê mimkun xuya nake, lê du bijardeyên din li pêşiya AKPê ne ku ew jî HDP û IYI Partî ne.
Herwiha hilweşîna Tifaqa Cumhur tê wateya hilweşîna sîstema seroktiyê û hewlên bo vegera sîstema parlamentariyê.