Miçotakis: Em nikarin xwe li pist xeletiya mirovan vesêrin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis, ji ber qezaya trênê ya ku 57 kesan can dan, ji gelê xwe lêborîn xwest û got ku "Em nikarin xwe li pişt xeletiya mirovî veşêrin."
Kiryakos Miçotakis, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, li ser qezaya li herêma Tempi ya li bakurê bajarê Larisayê ku di navbera trêneke barhilgir û trêneke rêwiyan de çêbû û 57 kesan can dan de daxuyaniyek da.
Miçotakis, di destpêka axaftina xwe de lêborîna xwe ji hemû gelê Yunanîstanê û bi taybetî jî ji xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û got, "Ne pêkan e ku kes ferq neke di sala 2023yan de li Yunanîstanê 2 trên di heman xetê de biçin."
"Ez ê ji bo Yunanîstanê têkoşîna xwe berdewam bikim”
Miçotakis diyar kir ku ji bo lêkolînkirina rêyên hesinî yên li seranserê welêt komîsyonek ava bikin û got , "Em dizanin ku rêyên hesinî yên li welatê me, bi awayekî cidî bi pirsgirêk in. Rêhesin mînaka herî diyar a Yunanîstanê ye ku li gorî me nayê ku em dixwazin bê guhertin.
Ez di siyasetê de me da ku Yunanîstanê biguherînim ku bi xwe zirarê dide me û kêmasiyên wê hene. Li hember kêmasiyên ku her roj welatê me paşve dikişîne ji bo Yunanîstanê ku em heq dikin ez ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”