TR KU SO
FB X
Cîhan

Mihemed bîn Salman serdana Tirkiyê dike

Admin L
Nivîskar
📅 18 hezîran 2022 14:04

PeyamaKurd – Prensê Cîgir ê Erebîstana Siûdî Mihemed bîn Salman, di 22yê Hezîranê de serdana Tirkiyê dike.

Li gor Serokomarê Tirkiyê Erdogan do diyar kir, ew ê Çarşema pêş li Qesra Serokomarîyê ya li Enqere mazûvaniya Prens Mihemed bike û wê di navbera şandeyên her du welatan de hevdîtin werin kirin.

Erdogan diyar kir ku serdana Prensê Cîgir Mihemed bîn Salman, serdaneke fermî ye û got: “Bi îzna Xwedê wê derfeta me ya nirxandinê hebe ka em ê karibin têkîliyên Tirkiyê û Erebîstana Siûdî heta çi astê bilindtir bikin.”

Parve bike: