TR KU SO
FB X
Cîhan

Mike Pompeo peyamek derbarê dorpêçên li ser Tirkiyê belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2020 16:30

PeyamaKurd – Di derbarê dorpêçên li ser Tirkiyê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo peyamek belav kir.

Pompeo diyar kir, ku tevî hişyariya wan Tirkîyê sîstema S-400 ya Rûsî kirî û ceribandina wê sîstemê pêk anî.

Herwiha Pompeo da zanîn: “Îro toleyên me yên dijî Rêveberiya Pişesaziya Berevaniyê nîşan dide, ku Welatên Yekbûyî bi xurtî dorpêçên #CAATSA bi cîh bîne. Em ê tu caran nermî li hember kirîna çekan ji sektora berevaniya Rûsî nîşan nedin.”

Amerîkayê pir caran hişyarî dabû Tirkîyê, da ku çekên Rûsî nekire bi sedema ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATOyê xeteriyeke mezin çêdike.

Washingtonê sala borî jî ji ber biryara Tirkiyê ya kirîna çekên Rûsî Enqere ji programa hevbeş ya balafirên F-35 derxistibû.

 

Parve bike: