TR KU SO
FB X
Cîhan

Mike Pompeo seredana emîrê Qatarê kir

Admin M
Nivîskar
📅 21 mijdar 2020 22:38

PeyamaKurd – Emîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo qebûl kir. Li gor ajansa fermî ya Qatarê QNA yê; hevdîtina wan li Qesra Încî ya li payîtext Dohayê çêbû.

Di hevdîtinê de li ser mijarên Herêmê û navdewletî rawestiyan. Her weha têkiliyên duqolî û pêşdebirina hevkariyê mijarên wan yên din bûn ku li ser wan axifîn.

Di derbarê hûrahiya hevdîtinê de agahiyên berfireh nehat dayîn.

Parve bike: