Cîhan
Minbic | 4 ji wan leskerên Amerîkî 16 kesan can da
PeyamaKurd - Di teqîna xwekujî ya Minbicê de ku nêzîkî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê pêk hat de, hejmara kuştiyên êrîşê gihîşt 16 kesan.
Rayedarekî Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku 4 leşkerên Amerîkî di encama êrîşê de can dane û 3 jî birîndar in.
Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî derbarê amarên dawî yên teqîna Minbicê de ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşê gihîştiye 16 kesan.