Minbic | Pistî derbasbûna artêsa Sûriyê ji Kremlinê yekem daxuyanî
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand ku ew li ser banga YPGê ketina Minbicê ya leşkerên Sûriyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Peskov li ser pirsa 'hûn bi derbasbûna artêşa Sûriyê bo Minbicê kêfxweş in yan?' got, “Helbet. Bêguman ev ji bo dabînkirina seqamgiriya rewşa Sûriyê gaveke erênî ye."
Peskov diyar kir ku berfirehbûna herêmên jêr kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê bêguman helwesteke pozîtîv e.
YPGê daxuyanî dabû û gotibû, “Em hikûmeta Sûriyê vedixwînin, bi taybet li Minbicê û deverên em vekişiyane kontrolê bi dest bîne û ji êrîşên Tirkiyê biparêze.”
Fermandariya Giştî ya Sûriyê jî piştî vê daxuyaniyê ragihand, “Artêşa Sûriyê ji bo serweriyê li her bihosteke erda Sûriyê pêk bîne, bersiva banga gel (YPG) daye û bi erka xwe ya berpirsiyarane ketine bajarê Minbicê û ala xwe hildaye.”