Mîrê Qeterê, bang li Îsraîlê kir: Êdî bes e!
PeyamaKurd- Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê da û got, “Êdî bes e!”
Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, di rûniştina vekirina serdema nû ya Meclîsa Şûraya Qeterê de axivî û bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê.
Mîrê Qeterê di axaftia xwe de diyar kir ku divê sivîl ji vî şerî bên parastin û wiha got:
“Em parêzvanên aştiyê ne û em bi rewabûna navneteweyî û biryarên Înîsiyatîfa Aştiyê ya Ereban re pabend in. Em banga rawestandina şerê li Xezayê dikin da ku xwîn nerije û sivîl ji encamên şerê leşkerî bên parastin.”
Şêx Temîm diyar kir ku ew li dijî her cure kiryara ku sivîlên bêguneh ji ku tê bikeve metirsiyê ne û wiha got:
"Ew pîvanên dualî qebûl nakin ku wekî jiyana zarokên Filistînî ne girîng be. Şer, ji xeynî xirabkirina azaran û zêdekirina ziyanan tu çareseriyekê nade. Êdî bes e! Divê rê ji bo Îsraîlê neye dayîn ku bi awayekî bêsînor kuştinan bike.”