TR KU SO
FB X
Cîhan

Mirovekî jinbava xwe û xwuşka xwe kuşt

Admin M
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2026 20:31

PeyamaKurd – Li bajarê Konya yê Tirkiyê mirovê bi navê Rahman Öztürk li malê bi dêmariya xwe Dursuniye Öztürk û xwuşka xwe Esmanur Öztürk re munaqeşe kir û paşî bi kêrê qirika (gwewriya) wan jê kir û her dûyan kuşt.

Rûdan li navça Selçuklu ya Konyayê li taxa Işıklarê seet di 14.00an de qewimî.

Polîs, kujer Rahman Öztürk xist bin çav. Di dema bûyerê de bavê kujer li malê, nexweşê giradayê ser livîna ye, bi armanca tedbîrê wî jî birin nexweşxanê.

Li ser agahdarbûna cîranan û agahdarkirina tîmên pêwendîdar, dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku kujer gewriya dêmarî û keçikê jê kiriye û her dû jî can dane.

Hêzên asayîşê li ser rûdanê lêpirsîneka berfireh dikin.

Parve bike: