Cîhan
Misir, Lubnan û Sûriyê peymana destpêkirina herka Xeta Gaza Ereb îmze kirin
PeyamaKurd – Welatên Misir, Lubnan û Sûriyê li ser destpêkirina herka gazê ji Xeta Boriya Gazê ya Ereb li hev kir û ji bo destpêkirina herikîna gazê peyman îmze kirin.
Merasîma îmzekirina peymana gazê li Wezareta Enerjiyê ya Lubnanê bi beşdariya wezîr û nûnerên her sê welatan hat kirin.
Wezîrê Enerjiyê yê Lubnanê Welîd Feyyad dema merasîma îmzeyê ragihand ku salane herka gazê 720 milyon sêcar e.
Feyad got ku Boriya Xeta Gazê bi temamî ji aliyê Banka Cîhanî ve tê fînanse kirin û da zanîn, wê bi gaza Misirê rojane 4 saet elektrîk bo welatiyan bê dayîn.
Feyad bal kişand ser dorpêçên Amerîkayê yên li ser rejîma Esed û daxwaz kir, Washington vê peymanê ji cezayên Sezar mûaf bigire.