TR KU SO
FB X
Cîhan

Misir: Tirkiye serê DAISê asteng dike û dixwaze guhertina demografîk çêke

Admin H
Nivîskar
📅 15 mijdar 2019 18:53

PeyamaKurd – Di civîna wezîrên derve yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku li Washingtonê hat lidarxistin, Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava daxuyanî dan û got, Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyê guhertineke demografîk pêk bîne û hişyarî da.

Wezîrî Misirê wiha axivî: “Ev êrîş wê rê li ber şerê li dijî DAIŞê bigire û guhertineke demografîk li herêmê çêbike ku ev yek xizmeta siyasetên Tirkiyê yên berfirehkirinê dike.”

Samih Şukrî destnîşan kir, wê Misir piştgiriyê bide çareserkirina aloziya Sûriyê û diyar kir ew dê ji bo şerê li dijî DAIŞê û terorê bixebitin û yekparçebûna Sûriyê biparêzin.

Parve bike: