Cîhan
Mismarî: Li Trablûsê hejmarek leskerên Tirk hatin kustin
PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Libya Ehmed El-Mismari li ser êrîşa hêzên wan ên dijî balafirxaneya Mitiga ya Trablûsê daxûyanî da.
Mismari got ku di êrîşê de hejmarek leşkerên Tirkiye hatine kuştin.
Mismarî da xuyakirin, “Di çend rojên dawî de êrîşên me li dijî yekîneyên serbazî li firokxaneya Mitiga li Trablûsê pêk hatin. Ev yekîne zêdetir ji serbazên Tirkiye pêk dihatin. Sîstemên wan ên radar û parastinên esmanî hatin têkbirin. Herwiha hejmarek serbazên Tirk hatin kuştin.”
Mismarî ragihand ku hêzên wan pabendî agirbestê ne, lê ji ber ku hêzên Hikumeta Neteweyî pabend nabin, bersiva wan hatiye dayîn.