TR KU SO
FB X
Cîhan

Mismarî: Me gelek herêm ji destê hikûmeta El Wîfaq derxistin

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2020 21:54

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku hêzên wan herêmên Esa, Cemîl, Qedalîn û Zelten ji bin deshilata hikumeta El-Wîfaq û çekdarên sûrî rizgar kirine.

El-Mîsmarî bi daxuyaniyekê got, “Piştî ku ‘milîsên terorîst û sûcdar’ ji herêman hatin derkirin ku hatine rizgarkirin îro azadî, ewlehî û aramî lê heye. Ev pêşketina meydanî piştî binketina êrişa milîsên El-Wîfaq û çeteyên biyanî li dijî baregeha Eqbe Bin Nafî ya asîmanî ya li herêma Wetiyê ya rojavayê welêt pêk hat.”

El-Mismarî wiha axivî: "Berdewama qaşo hikumeta El-Wîfaq û milîsên wê yên terorî ya binpêkirina agirbestê, redkirina wan a rawestandina şer û balkişandina ser kedên têkbirina Koronavîrusê li Lîbyayê ku bûye sedema kuştina bi hezaran ji mirovan li tevahî dewletên dîtir, hêzên çekdar ên Lîbyayê neçar dimînin ku li dijî milîsên terorîst ên bi piştevaniya endamên artêşa Tirk û çeteyên wê yên terorîst ên sûrî tevahî bergiriyên guncaw ên parastina gelê Lîbyayê û destkeftiyên wê pêk bîne."

El-Mismarî diyar kir: "Em hikumeta El-Wîfaq û milîsên wê derbarê berdewama binpêkirina agirbestê û şer de agahdar dikin ku dê yekser li hember hedefgirtina hêzên me li tevahî eniyan bin û heke agahdarî pêk neanîn, dê li hember kirinên xwe berpirsyar bin."

Parve bike: