TR KU SO
FB X
Cîhan

Mogherini: Em hêvîdarin Demirtas bê berdan

Admin S
Nivîskar
📅 22 mijdar 2018 18:03

PeyamaKurd - Komisera Pêwendiyên Derve yên Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini û Komiserê Berpirsê Firehbûna YEyê Johannes Hahn li Tirkiyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyan.

Piştî Civîna YE û Tirkiyê ya Gotûbêjên Siyasî yên Asta Bilind ku piştî salek û nîvê li Enqerê pêk hat, şanda YEyê û Çavuşoglu civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Mogherini di civînê li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) got, “Em hêvî dikin Selahattîn Demirtaş were berdan.”

Mogherini herwiha li ser îhtimala pêkneanîna biryara DMMEyê bo Demirtaş jî diyar kir, “Ev ji hêla mafên mirovan ve rewşeke girîng e. Pêwîste biryara dadgehê were bicihanîn. Tê çaverêkirin ku biryara dadgehê were cîbicîkirin.”

Şanda YEyê di civînê de daxuyakirin, “Ewropa Tirkiyeyeke bihêz dixwaze, lê pêwîste pêşî serweriya hiqûqê were pêkanîn.”

Mogherini herwiha da zanîn ku ew pê kêfxweş in Tirkiye biryar daye pêwendiyên ligel YEyê xurt bike.

Parve bike: