Mora: “Dibe peymana nukleerî di nav mehekî de biqede”
PeyamaKurd – Cîgirê sekreterê karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê û hem dîrektorê siyasî Enrique Mora ragihand ku di derbarê hevdîtinên peymana nukleerî ya Îranê pêşdeçûnên girîng hene. Mora weha got:
“Ez nikarim wextekî bêjim lê ez bawerim dê di wextekî kurt de peymana nîhayî dê çêbibe.”
Civîna di bin serpereştiya Mora de, bi tevlîbûna heyetên Rûsya, Çîn, Almanya, Îngîltere, Fransa û Îranê çêbû. Mora ragihand ku civîna 4 em ya li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re bi dawî hatiye. Mora weha dewam kir:
“ Di deh rojên dawiyê de pêşedeçûnên girîng çêbûn. Lê mijar hene divê em li ser wan bixebitin. Hefteya pêşiya me, em ê car din bicivin û xebatên xwe dewam bikin.”
Mora ragihand ku bo hilbijartina serokatiya Îranê hêj mehekî heye û dibe lihevkirin di nav mehekî de çêbibe. Îranî biryarê dane ku bigihên encamê lê heya niha Îran û Amerîka rû bi rû dest bi axaftinan nekirine û lewra navbeynkariya Enrique Mora ya bo her dû aliyan dewam dike.