Cîhan
Mossadê li Brezîlyayê plana êrîsa Hîzbûllahê têk bir
PeyamaKurd – Îstîxbarata Îsraîlê ya karên derve Mossad ragihand ku li welatê Brezîlyayê, plana êrîşa Hîzbûllahê ya ser Yahûdiyan têk biriye. Mossadê sipasiya rêvebiriya Brezîlyayê kir ji ber ku hucra Hîzbûllahê desteser kiriye.
Beşa çapemeniya hukumeta Îsraîlê ragihand ku Mossad li Brezîlyayê bi hêzên asayîşa Brezîlyayê re operasyon kirine ser hucra Hîzbûllahê.
Hucra Hîzbûllahê amadekariyê dikir ku êrîşê bibe ser hedefên Yahûdî û Îsraîliyan yên li herêmê.