Cîhan
MSB: Tirkiye ji xalên Idlibê dernakeve
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) Fermandarê Tirk Olcay Denîzer li ser rewşa Idlibê dorpêçkirina xalên artêşa tirk ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve daxuyanî da û got, wê artêşa Tirkiyê peywira xwe ya li xalên çavdêriyê berdewam bike.
Denizer herwiha topbarana hêzên rejîmê ya 3yê Sibatê bi ser hêzên wan de bibîr xist û got ku wan bi qatî bersiv daye û ew dê xalên xwe yên çavdêriyê bernedin.
Rayedarê MSBê da xuyakirin ku di nav meha dawî de ketina Tirkiyê ya 41 hezar koçberan hatiye astengkirin û herwiha 16 hezar jî hatine girtin.