TR KU SO
FB X
Cîhan

Mucteba Xameneyî: Dijmin nikare ji Deryaya Umanê derbas bibe

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2026 20:34

PeyamaKurd - Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî li ser şer û rageşiya bi Amerîkayê re daxuyanî da û ragihand ku dijminên Îranê dixwazin welat vegerînin rojên xwe yên "paşvemayîn û şermê", lê ev yek qet pêk neyê.

Xameneyî got ku di dema berê de deryayên başûrê Îranê di bin kontrola hêzên biyaniyan de bûn, lê îro di encama berxwedana parêzvanên Tengava Hurmizê de dijmin derbeyên giran xwarine û nikarin ji Deryaya Umanê pêşve biçin.

Xameneyî bal kişand ser serwerî û serxwebûna Îranê û destnîşan kir ku gelê Îranê li dijî zextan bi yekîtî axa xwe diparêze û serokên berê yên Îranê û serokê berê yê Hizbullahê Hesen Nasrallah bi bîr anî û got ku siberoja Îranê dê ji îro geştir be û dijmin dê nikaribin armancên xwe pêk bînin.

Parve bike: