Mucteba Xameneyî: Piştgiriya Îranê ji bo eniya berxwedanê gaguhere
PeyamaKurd - Rêberê Bilind ê nû yê Komara Îslamî ya Îranê, Mucteba Xameneyî, diyar kir ku Tehran wê piştgiriya "eniya berxwedanê" ya li dijî DYA û Îsraîlê, bi şopandina rêya rêberê rehmetî, bidomîne û şerê heyî yê li herêmê wekî ceribandinek sebir û berxwedanê bi nav kir.
Mucteba Xameneyî roja Sêşemê, 31ê Adara 2026an, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim re şand. Ev name bersivek e ji bo peyama sersaxiyê ya Hizbullahê ku piştî şehadeta Elî Xameneyî ji Tehranê re hatiye şandin.
Mucteba Xameneyî, bi destnîşankirina ku berxwedana li dijî "dijminên sondxwarî yên cîhana Îslamî, DYA û Îsraîlê" polîtîkayeke bingehîn a welatê wî ye, got, "Rêya berxwedanê ya ku ji hêla fermandarên mezin ên wekî Qasim Silêmanî, Hesen Nesrullah û Ebas Mûsewî ve hatiye kişandin wê berdewam bike. Xwîna şehîdan wê vê darê bêtir xurt bike."
"Hûn di vê kêliya hesas û dîrokî ya herêmê de rêberiya vê tevgera pîroz dikin; Ez hêvî dikim ku bi aqilmendî û wêrekiya xwe hûn planên dijmin têk bibin," Mocteba Xameneyî got û tekez kir ku ew bi tevahî bawer dike ku Hizbullah wê rûmet û aştiyê vegerîne gelê Lubnanê.
Di dawiya nameyê de, rêberê olî yê nû yê Îranê helwesta fermî ya Tehranê dubare kir û got, "Em piştrast dikin ku siyaseta Komara Îslamî ya Îranê di xeta Îmamê rehmetî (Elî Xameneyî) de sabît dimîne. Em ê alîkarî û piştgiriya eniya berxwedanê li dijî êrîşkariya DYA û Îsraîlê bidomînin."