Cîhan
Muhammed Elî Necefî jina xwe kust
PeyamaKurd- Cîgirê serokê Îranê û şaredarê Tehranê yê berê Muhammed Elî Necefî jina xwe kuşt. Serdozgerê serdozgeriya cezayê, Muhammed Şehriyarî bo ajansa ISNA yê ragihand ku Necefî gotiye ku ew jina xwe kuştiye.
Şehriyarî got ku Necefî xwe teslîmê polîs kiriye û weha dewam kir:
“Necefî îtîrafê kir ku bi sedema helihevkirna malbatî jina xwe kuştiye.”
Necefî yek ji wan kesaye ku nêzî Rûhaniye. Ji malpera İnsafnewsê Perisa Salihî radigihîne ku jina Necefî li malperê geriyaye û xwestiye hevpeyvînê bi wan re bike. Salihî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihandiye:
“ Jina Necefî do geriya û xwest ku bi me rehevpeyvînê bike. Dê îro bihata baregeha me lê hat kuştin.”