Muherrem Ince di pirsa Kurdî de dengê xwe bilind dike!
PeyamaKurd- Namzetê CHPê yê Serokomariya Tirkiyê Muharrem İnce di derbarê pirsgirêka Kurdî de dengê xwe bilindtir dike.
Muharrem İnce di pirsgirêka Kurdî û girtina Selahattin Demirtaş de vê carê bi hûrgilî axivî û wiha got: “Divîbû ku Selahattin Demirtaş, ne di girtîgehê de bana. Heke destnedana parlamenteran nehatibana rakirin, îro Selahattin Demirtaş wê ne di girtîgehê de bana. Heke Selahattin Demirtaş neketibana girtîgehê de, referamdûma Sîstema Serokatiyê derbas nedibû.”
Muharrem İnce di pirsgirêka Zimanê Kurdî de jî tiştên girîng gotin: “Em ê li cem zimanê fermî, zimanê mader jî bidin hînkirin. Em ê zimanê zarokên yê ku li malê diaxivin jî têxine nava perwerdehiyê de. Hem wê zimanê mader û hem jî zimanê fermî biaxivin. Bila zimanê wan winda nebe. Ev ji bo me dewlet e, zengînî ye. Cihê çareserkirina pirsa Kurdî jî parlamento ye. Em ê hemî çareseriyê li meclîsê biaxivin. Tişta ku em ê nekin, em nabêjin. Carinan Tirk wê bixweyîdin û carinan Kurd. Em gel naxirînin. Em ê bi hev re bijîn an cuda? Divê çek û rext tune bin, em ê biştexilin, em ê bişêwirin û nîqaş bikin. Em ê bi vî rengî çareser bikin. Muxeteb parlamento ye. Em ê televîzyonekê, tenê ji bo vî karî tahsîs bikin. Ev 40 sal e ku em şer dikin, qey em 5 salan jî biaxivin zehf e? Em ê bi Kurdan re rêyeke hevpar ku em bi hev re bijîn, bibînin.”