Cîhan
Muqteda El Sadr: “Ez ê desteka xwe ji hukumetê vekisînim”
PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sadrê Muqteda El Sadr ragihand ku dawiya vê hukumetê hatiye û wê desteka xwe ji hukumeta niha vekişîne. Sadr ragihandina xwe di ser medya xwe ya civakî de da û weha got:
“Ev rewşa han di heman demê de tê vateya ku ji ‘dewleta hûqûqê’ derbasê ‘hûqûqa kaosê’ dibin. Eger hukumet tedbîrên ji dil nestîne, ez ê desteka xwe ji wan vekişînim.”
53 parlementerên grûba Sadr di meclisa Bexdayê de hene û jimara temamê parlementeran 329 e. Tevgera Sadr bi hesêb xurtiya xwe di rêza yekem de ye.
Sedema beyana Sadr bi vî rengî ew e ku hukumet nabe bersiva daxwazên xwepêşandêran û tedbîrên wan li hember xwepêşandêran gelek tund in.