Cîhan
Muqtedsa es-Sadr dest bi greva birçîbûnê kir
PeyamaKurd – Serokê bloka Sadr a ku ji parlementoyê îstîfa kiribû, Hasan el-Azarî ragihand ku Muqteda es- Sadr dest bi greva birçîbûnê kiriye û heya şiddet û bikaranîna çekan raneweste, wê greva xwe dewam bike. El-Azarî di ser hesabê xwe yê Facebookê de weha ragihand:
“Erkdarên ku ruşwet û bertîlan dixwun, girtina wan ji ser wezîfeyên wan, heq nade ti kesî ku şiddetê li hemberê ti kesî bikarbînin.”
Li Bexdayê di navbera destekvanên Sadr û terefdarên Îranê yên Çarçoveya Koordînasyonê de pevçûna bi dar û keviran çêbû bû. Di pevçûnê de ji terefdarên Sadr hinek kes birîndar bûbûn. Yekîneyên bi ser Haşdî Şabî de li Herêma Kesk bi çekan mudaxele bi terefdarên Sadr re kiribûn.