Muslim: Amerîka zilmeke mezin dike!
PeyamaKurd- Serokê PYDê yê berê Salih Muslim got ku heke Amerîka Minbicê teslîmî Tirkiyê bike, wê zilmeke mezin bike.
Salih Muslim ji çapemeniya Elmanyayê re axivî û got ku Minbic bi xwîna şehîdên me azad bûye. Ev zilmeke mezin e ku Amerîka vê derê teslîmî Tirkiyê bike.
Salih Muslim wiha berdewam kir: Pêwendiyên me û Amerîkayê, ne heta hetayê ne. Dibe ku aniha jî pêwendiyên me biguherin. Amerîka û Rûsya û her kes li gorî berjewendiyên xwe dimeşe. Em ê jî li gorî berjewendiyên xwe bimeşin.
Muslim li ser muzakereyên bi Sûriyê re jî wiha axivî: “Em amade ne ku bêşert û qeyd bi Sûriyê re muzakereyan bikin. ji bo me nav ne girîng e. Ya girîng ew e ku mafên her kesî li Sûriyê were parastin.”
Di 4ê Hezîranê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîka û Tirkiyê eşkere kiribûn ku li ser rewşa Minbicê nexşerêyek amade kirine.