Cîhan
Muxalîfan hêzên Esed dan ber topan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koma çekdar a bi navê Hurras ed Din li çoltera Hemayê êrîşî hêzên rejîma Sûriyê kiriye û ew dane ber topan.
Li gor çavkaniyên herêmê.koma çekdar Hurras ed Dîn ku şerê hêzên Esed, Îran û Rûsyayê li ser erda Sûriyê dike bi topan êrîş biriye ser çeperên hêzên artêşa Sûriyê yên li gundê Muhraba yê bakurê Hemayê.
Koma çekdar a muxalîf êrîşa ser hêzên artêşa Sûriyê li ser hesabên medya civakî piştrast kir û diyar kir ku di êrîşa topan de 8 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin û hejmarek jî birîndarên wan hene.
Herwiha dîmenên êrîşan jî li ser torên medyayî hatin belavkirin.