Cîhan
Muxalifên rejîma Sûriyê ji basûrê Samê de gihan kenarê bajêr
PeyamaKurd – Muxalefeta Sûriyê piştî bajarên Humus, Der’a, Suweyda û El Sanameyn xistin destê xwe ji başûrê bajarê Şamê de xwe gihandin qerexê bajêr. Dibe ku heya çend seetan xwe bigihînin nava Şamê.
Hêzên rejîma Sûriyê ji navça li başûrê Şamê ku 25 km ji Şamê dûre ji navça Kuteyfe vekişiya û ji gundewarên rojavayê başûrê Şamê ji Xan Şêxê, Katana, Kenaker, Zakiye, Saasa û Beyt Cinê vekişiyan. Hêzên rejîmê xwe ber bi nava Şamê ve didin.
Grûbên muxalif li rojavayê Başûrê Şamê zîndana Saasayê xistin destê xwe û gelek kesan ji zîndaniyan serbest berdan.