Cîhan
Muxalifên Sûriyê xwestin sîvîl bên parastin
PeyamaKurd- Muxalifên Sûriyê bi sedema ku li Idlibê îhlala agirbesê têkirin, bang li Neteweyên Hevgirtî kir da sîvîlan biparêzin. Bang ji aliyê koalîsyona Muxalifên Sûriyê û Hêzên Netewî yên Şoreşger ve hat kirin.
Hêzên rejîma Beşer Esed û grûbên terefdarên Îranê li bajarê Idlibê li navçeya Meretînûmanê êrîş biribûn ser sîvîlan û li dijî mutabeqata Soçiyê tevgeriyabûn. Koalîsyon ragihand ku di ser 20 êrîşan de, bi top û fuzeyan li Meretînûmanê dane û sîvîl hatine kuştin.
Her çendîn bang li Neteweyên Hevgirtî li Konseya Ewlekariyê hat kirin jî, ji xwe Neteweyên Hevgirtî ji mijarê agahdar e.