TR KU SO
FB X
Cîhan

Nakokiyên Tirkiye û Yûnanîstanê dikarin bên çareserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 24 sibat 2023 16:04

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias got, ew di wê baweriyê de ne ku ji bo pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de çareseriyên ku hem Tirkiye û hem jî Yûnanîstan jê sûd werbigirin, bên dîtin.

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias derbarê têkiliyên Tirkiye û Yûnanîstanê de nirxandin kirin.

Dendias diyar kir, piştî erdhejê atmosfereke gelekî erênî hebû û ev yek ji bo destpêkirina pêvajoya nêzîkbûn û diyalogê ya di polîtîkaya derve de xwedî roleke hêsanker e.

Dendias bi bîr xist ku her du welat di pêvajoya hilbijartinê de ne û got, "Dibe ku li ser Tedbîrên Baweriyê yan jî hevdîtinên şêwrê ji nû ve dest pê bikin."

Nikos Dendias diyar kir, “Nakokiyên Tirkiye û Yûnanîstanê dikarin bên çareserkirin. Çareseriyeke ku tê de hem Yûnanîstan û hem jî Tirkiye bi ser bikevin dikare were dîtin. Ji ber ku qezenca yekî ne wendakirina yê din e.”

Parve bike: