Cîhan
Namzedê CHPê Înce qala Safiiyan kir
PeyamaKurd - Namzedê CHPê ji bo serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce, wek siyasetmedarekî vî welatî cara yekem qala heqê Şafiiyan kir.
Înce civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku li Tirkiyê medya yekdest e û tenê rê didin daxuyaniyên Erdogan.
Namzedê CHPê diyar kir ku dê qesra serokkomariyê ya Erdogan daye çêkirin bike navenda zanistê û bi teserrufa ji wê derê bûrsê bide xwendekaran.
Înce got ew dixwaze Demîrtaş li hepisxaneyê ziyaret bike û ji bo vê ji Wezareta Dadê destûr xwestiye.
Înce wiha axivî:
"Ez dixwazim Kurd û Tirkan li hev bînim, Elewî û Sunniyan, Henefî û Şafiiyan bînim cem hev."