Cîhan
Namzetên qet’î yên Serokomariya Tirkiyê eskere bûn!
PeyamaKurd- Ji bo Serokomariya Tirkiyê, namzetên qet’î hatin eşkerekirin û di rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hate weşandin.
Saziya Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkiyê, lîsteya qet’î ya namzetên Serokomariya Tirkiyê eşkere kir û di rojnameya Fermî ya Tirkiyê de weşand. Li gorî vê lîsteyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Muharrem İnce, Selahattin Demirtaş, Meral Akşener, Dogu Perinçek û Temel Karamollaoglu bûne namzetên Serokomariya Tirkiyê.