TR KU SO
FB X
Cîhan

Nancy Pelosi: Ez ê destekê nedim operasyona leskerî

Admin M
Nivîskar
📅 21 îlon 2019 23:18

PeyamaKurd- Seroka Meclisa Temsîlkaran ya Amerîkayê Nancy Pelosi, li hemberê êrîşa Îranê ya ser sehayên petrolê yên Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku eger Amerîka operasyoneka leşkerî bo ser Îranê bike, wê destekê nede operasyonê. Meclisa Temsîlkaran, qanadê jêr yê Kongreya Amerîka ye. Pelosi ragihandina xwe di Radyo ya Netewî ya Xelkê (NPR) de kir.

Pelosi ragihand ku ew bawere wê dorpêçên ser Îranê ji yên aboriyê wêdetir neçe û weha got:

“ Ez nafikirim ku serok Trump li Îranê bixe. Ew zane di welatê me de ew îştah tine ku em bikevin şerekî.”

Parve bike: