TR KU SO
FB X
Cîhan

NASAyê bersiva "Wê kengî qiyamet rabe?" da

Admin L
Nivîskar
📅 09 adar 2021 18:00

PeyamaKurd – Her demê, pirsa "Wê kengî qiyamet rabe?" yan jî bi gotineke din "Wê kengî dawî li dinyayê bê?" hatiye kirin. Her ol û baweriyan, li gor xwe bersivek dane. Niha jî NASAyê şîroveyek kir û dîroka bidawîbûna dinyayê eşkere kir. Komek ji xebatkarên NASAyê dibêjin, ji ber radyasyona ji Rojê tê, Dinya wê mîlyarek sal paşê têk here.

NASA destnîşan dike, Roj bi demê re wê oksîjena li dinyayê têk bibe û êdî wê li dinyayê jiyan nemîne. Ev koma lêkolîner dide zanîn, mîlyarek sal paşê dê qiyamet rabe.

Di gotara ku van lêkolîneran belav kiriye de tê gotin, tîrêjên rojê bandor li dinyayê dikin. Lê ji ber ku ev yek hêdî hêdî diçe, bandorê li jiyana rojane nake. Makala dîroka mîlyarek sal paşê, yanê di sala 1,000,002,021'ê de, êdî asta oksîjenê dê dakeve asta ku mirov êdî nikaribin bijîn.

Ji koma lêkolîner Kazumi Ozaki diyar kiriye, ew li ser vê modela pêş xistine 400 hezar car xebitîne.

Tê gotin 2.5 mîlyar sal berê dinya dewletê oksîjenê bû. Her çiqas qala mîlyarek sal paşê bê kirin jî, li aliyê din tê gotin talûkeya mezin germa global û guherîna kişwerê dê vê dîrokê nêztir bike.

Parve bike: