TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO, amadekariya endamtiya Finlandiyayê dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 nîsan 2023 18:30

PeyamaKurd- Di pîrozbahiya 74emîn salvegera damezirandina xwe de NATO xwe amade dike ku endamê xwe yê nû Finlandiyayê wekî 31emîn endamê hevbendiyê qebûl bike. 

Piştî bidawîbûna prosedurên fermî yên di Rêxistina Peymana Atlantîkaya Bakur (NATO) de ku di 4ê Nîsana 1949an de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat damezrandin, dê ala Finlandiyaya ku endamê nû ye, li baregeha NATOyê were bilindkirin.

Piştî êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê, di 24ê Sibata 2022yan de hikûmeta Finlandiyayê ku bi hinceta ku di avahîsaziya ewlehiyê ya Ewropayê de guherîn çêbûye, biryar dabû ku bê alîbûna xwe bihêle û bibe endamê NATOyê.

 Her wiha ji aliyê parlamentoya 30 welatên hevpeyman ve endamtiya Finlandiyayê hat qebûlkirin û ji bo ku bibe endamê 31emîn a Îtîlafê, bêyî pêvajoya dawîn a fermî, gavên pêwîst temam kirin. 

Parve bike: