NATO: Bila Ukrayna bi NATOyê bawer be
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ji ber rastlêhatina Roja Serxwebûna Ukraynayê, peyamek belav kir û bi rêya vê peyamê da zanîn ku gelê Ukraynayê her dem dikare baweriya xwe bi NATOyê bîne.
Jens Stoltenberg, 24ê Tebaxê Roja Serxwebûna Ukraynayê, bi peyamekê pîroz kir û bi rêya peyamê; ji bo wendahiyên şer, ji gelê Ukraynayê re sersaxî xwest. Stoltenberg di peyama xwe ya bi vîdeo de got,
“Ukrayna ji bo NATOyê, cudahiyeke mezin peyda dike. Şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê, ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û bi vir ve, qeyrana herî mezin e ku li ser ewlehiya Ewropayê wekî gef e. Hêzên çekdar ên Ukraynayê û hemû gelê Ukraynayê, bi wêrekiyeke bêhempa biryardariya xwe nîşan didin.
Hûn di bin serokatiya Serok Zelenskiy de ji bo cîhanê bûne mînak. Ez hemû wendahî û birîndarên şer ên jin û mêr ku ji ber hezkirina welatê xwe şer kirine, bi rêzdarî bi bîr tînim. Hûn dikarin bi NATOyê bawer bin.”