NATO: Divê em nehêlin ser derkeve derveyî Ûkraynayê…
PeyamaKurd – Piştî lutkeya wezîrên derve yên welatên hevpeymanên NATOyê li baregeha NATO ya Brukselê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stontelberg, li ser destwerdana şerê Ûkraynayê û berevaniya NATOyê daxuyaniyên girîng dan.
Stoltenberg got: “Ev şerê Pûtîn e. Em bang li Pûtîn dikin hemû yekîneyên xwe ji Ûkraynayê vekişîne û rêya dîplomasiyeke rasteqîn hilbijêre. NATO piştevaniya Ûkraynayê dike û herwiha alîkariya berevaniyê dide. Em ê bedel bidin dayîn.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn ku ji bo şer zêdetir hilweşîner nebe û windahiyên mirovan zêdetir nebin, ew destwerdaneke rasterast nakin, lê divê rê li ber bigirin ku şer dernekeve derveyî Ûkraynayê.
Stoltenberg diyar kir, “Wê li Ûkraynayê balafir û keştiyên NATOyê nebin, lê ew dê zêdetir alîkariyê bidin hêzên Ûkraynayê.”